Li Lîbyayê herî kêm 199 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, herî kêm 199 çeteyên dewleta Tirk ên destekê didin hikumeta Trablûsê li Lîbyayê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya SOHR'ê, ji komên çete Mûtesam, Sûltan Mûrad, Sikur Şemal, El Hamzat û Suleyman Şah ên rejîma Tirk, herî kêm 199 çete heta niha hatine kuştin.

Hate ragihandin ku ev çete li herêmên Selahaddîn, Misrata û Remla ya nêzî balafirgeha Trablûsê hatine kuştin.

Saziya Çavdêriyê herî dawî diyar kir ku "9 leşkerên bi berdêla pereyan şer dikin" ên ser bi Tirkiyeyê li eniyên şer ên Lîbyayê hatin kuştin.

Di vê navberê de saziyê ragihand ku li gorî çavkaniyên pêbawer, komeke din a ji çeteyên Sûriyeyî yên Tirkiyeyê pêk tên, gihîştine Lîbyayê.

SOHR'ê diyar kir ku hejmara çeteyên ku rejîma Tirk şandiye Trablûsê 5 hezar û 300 kes in û komeke din a ji 2 hezar û 100 kesî jî ji bo şandina Lîbyayê li Tirkiyeyê tên perwerdekirin.

Lîbya ji dema hilweşandina rejîma Mûammer Kaddafî û vir ve ji sala 2011'an ve di nava kaosê de ye.