Li Lîbyayê êrîşa hewayî: Bi kêmanî 43 kes mirin

Di êrîşa hewayî ya li başûrê Lîbyayê de bi kêmanî 43 kes mirin.

Hêzên General Xelîfe Haftar ragihand ku êrîşeke hewayî birine ser navçeya Mûrzûkê, lê sivîl nekirine hedef. Li gorî daxuyaniyê  di êrîşa hewayî de ev hate gotin: “Şervanên muxalîfên Çadê” kirine hedef. Bi gotina, ‘Muxalîfên Çadê’ qala endamên eşîreta Tûbûs a li herêma mijara gotinê şer dike ne.

Endamekî meclîsa şaredariya Mûrzûk ê ji Reûtersê re axivî, ragihand ku di êrîşa esmanî de 43 kes mirin, 51kes jî birîndar bûne. Heman rêveber anî ziman ku dibe hejmara qûrbaniyan zêde bibe.

Hêzên Haftar ji serê salê ve Mûrzûk  xistibûn destê xwe, lê ji ber operasyona hikûmeta navendî ya Trablûsê paşve vekişiyabûn.

Yekîneyên girêdayî Haftar ên rojhilatê welat xistine di bin kontrola xwe de, roja Pêncşemê ragihandibû ku balafirkeke ya bi tîpa L39 Albatros a girêdayî Hikûmeta Yekîtiya Netewî ya navendî ya Trablûsê xistine xwarê.

General Haftar roja 4’ê Nîsanê ji bo girtina Trablûsê dest  bi operasyonekê kiribû. Li gel şerê ji bejahiyê ve dom dike, li pêşberî hev êrîşên hewayî tên lidarxistin. Ji her du aliyan heta niha gelek balafir hatine têkbirin.

Welatên mîna Tirkiye û Qeter bi giranî alîkariya komên îslamî û rêveberên navendî ya Trablûsê dike, welatên rojavayî jî li gel Siûdî Erebîstan, Misir û Emîrtiyên Ereb ên yekbûyî  jî destekê didin hêzên Haftar.