Li Kongoyê keştî noqî avê bû: herî kêm 36 kes mirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê di çem de keştiyek noqî avê bû û herî kêm 36 kes mirin.

Polîsê Kongo ragihand ku li ser Çemê Kongo yê li nêzî paytext Kînşasa keştiyek noqî avê bû.

Li gorî texmînan di keştiyê de 102 kes hebûn. Hate ragihandin ku ji vana 76 kes hatin rizgar kirin û 36 kesên din mirine.

Li gorî çavkaniyên ji Kongoyê keştî ji herêma Maî-Ndombe ber bi paytext Kînşasa ve diçû. Derbarê bûyerê de lêpirsin hate vekirin.

Pençşema borî jî li herêma Tanganyîka trena rêwiyan jî ji rê derketibû. Li gorî bîlançoya dawî ya ji aliyê rayedaran ve hatî eşkere kirin 14 kes mirin, 7 kes bi giranî bi giştî 18 kes birîndar bûn. Di bîlançoya beriya niha de hatibû ragihandin hejmara kesên mirîne di navbera 10 û 50’î kesan de bû.