Li Kolombiyayê zêdeyî 9 hezar hektar daristan şewitî

Hat ragihandin ku li rojava û başûrêrojavayê Kolombiyayê hişkesalî û germahî dewam dike û zêdeyî 9.000 hektar daristan şewitî.

Rayedaran roja Îniyê daxuyanî da û diyar kir ku herî zêde herêmên Tolima, Cundinamarca, Hulia, Narino, Cauca û Valle del Cauca ji şewatê bandor bûn.

Li gorî Yekîneya Rêveberiya Rîsk û Afetê ya Neteweyî, di saetên nîvro yên Îniyê de nîvî li departmana Tolima ya li rojava, herî kêm 25 şewat aktîf bûn.

Li gorî heman çavkaniyê, li gundê Nagataima ku herî zêde ji şewatan bandor bû û mal lê hilweşiyan, 2 kes birîndar bûn. Li gorî ajansa jîngehê ya wezaretê Cortolimayê germahiya li vir ji 41’ê derbas kir.

Li Cundinamarca (rojava) ya cîran a ku pir ji paytext Bogota dûr nîne, rê hatin girtin. Li vê herêmê bi dehan artêşên agirkuj, bi alîkariya helîkopteran mudaxileyî şewatan dikin.

Li departmana Huila ya li başûrêrojava ku roja yekşema borî rewşa karesatê lê hate îlankirin, şeş şaredarî hîna dişewitin.

Li gorî Midûriyeta Enstîtuya Lêkolînên Hîdrolojî, Meteorolojî û Jîngehê Ghisliane Echeverry, li van herêman “pirsgirêka baranê û zêdebûna germahiyê ku ji alarma şewatê re destdayî ye heye”.

Li Brezilyayê di 17 rojên destpêkê yên meha Îlonê de, 61.572 şewat hatin qeydkirin; ev hejmar di temamiya meha Îlona 2023’yan de weke 46.498 hatibû qeydkirin.

LI EKVADOR Û PERUYÊ GELEK ŞEWAT HENE

Li welatên din ên Latîn Emerîkayê jî pêla germahiyê û şewatên tund, çêbûn. Li Ekvadorê di navbera 23’yê Tebaxê û 18’ê Îlonê de zêdeyî 23.000 hektar qad bû xwelî. Li Peruyê li sê departmanên ku ji gelek şewatan bandor bûye, rewşa awarte hate ragihandin.