Li Kolombiyayê lehî rabû: 254 kes mirin

Li bajarê Mocoa yê li başûrê rojavayê Kolombiyayê lehî rabû û 254 kes mirin.

Li bajarê Mocoa yê Kolombiyayê lehî rabû û 254 kes mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Hê xebatên xilaskirina mirovan didome. Bi sedan kes winda ne û xwe negihadine wan.

Rayedar dibêjin, li paytexta eyaleta Pûtomaya Mocoayê bi kêmanî 400 kes birîndar bûne, 200 kes jî winda ne. Dildarên Xaça Sor a Kolombiyayê jî dibêjin hejmara miriyan ji 254 kesî zêdetir e.

Serokkomarê Kolombiya Jûan Manûel Santos li herêmê rewşa derasayî ragihand û ji bo xebatên xilaskirinê bibîne çû Mocoayê. Santos got, "Ji bo ku em alîkariyê bi mexdûran re bikin tişta ku ji destê me tê em ê bikin. Pir diêşim."

Hêzên Hewayî yên Kolombiya malzmeyên alîkariyê, av û xwarinê dibe herêmê.

Şaredarê Mocoayê Jose Antonîo Castro got, tevahiya bajêr tecrîd bûye, elektrîk û ava vexwarinê lê nîn e.