Li Kanadayê êrîşa çekdarî, herî kêm 16 kes mirin

Li eyaleta Îskoçyaya Nû ya li rojhilatê Kanayê kesekî çekdar êrîş kir. Di êrîşê de herî kêm 16 kes mirin.

Li gorî medyaya Kanadayê kesekî 51 salî bi wesayîteke wekî ya polîsan li gelek deran gule reşand. Ev êrîş roja Şemiyê bi şev pêk hat û ji ber êrîşê 16 kes mirin.

Ev kes piştre ji aliyê polîsan ve hate kuştin. Rayedaran diyar kirin ku vî kesî cilê polîsan li xwe kiriye û ev jî tê watey ku ev ne êrîşeke spontane ye.

Li Kanadayê bûyerên wisa kêm pêk tê. Di 6’ê Kanûna 1989’an de jî kesekî li dibistana polîteknîk a Montrealê 16 jin qetil kiribû û piştre xwe kuştibû. Ev bûyer yek ji qetlîama herî giran û yekemîn êrîşa femînîsîd a welat bû.