Li Kalîforniyayê agir bi sedan cihan ket

Li eyaleta Kalîforniya ya DYE’yê ji ber ku li daristanan agir bi sedan cihan ket, bi hezaran kes ji malên xwe derketin û rewşa awarte hate îlankirin.

Li Eyaleta Kalîforniyayê li bajarê Vacaîle ya di navbera San Francîsco û Sacramentoyê de bi şev ji gel hate xwestin ku bila ji malên xwe derkevin. Ji ber şewatê li bajêr a ku 100 hezar kes lê dijî, bi dehan mal şewitîn. Hate diyarkirin hinek kes dema ji şewatê reviyane, birîndar bûne û laşê wan şewitîne.

Li kontên wekî Sonoma û Napayê jî fermana valakirina malan hate dayin. Hate diyarkirin ku li vê herêmê agir bi sedan cihan ketiye.

AGIR BI 367 CIHAN KETIYE

Li gorî rayedarên herêmî di demên dawîn de 20 hezar hektar şewitîne û li van deran mal bûne xwelî. Waliyê Kalîforniyayê Gavîn Newsom li ser twîtterê daxuyanî da û got ku “A niha em hewl didin li 367 cihan şewatê bitefînin” û diyar kir ku wan rewşa awarte îlan kirine.

Ev çend hefte ne Kalîforniya gelekî germ e. li Death Valleyê roja Yekşemê germahî bûbû 54,4 derece. Ev li dinyayê germahiya herî zêde ya sêyemîn e. Hate diyarkirin ku li eyaletê 55 hezar kes ji ava vexwarinê mehrûm mane û gelek santralên elektrîkê jî zêde sincirîne.