Li Hindistanê dawiya hefteyê 100 kes ji ber alkolê mirin

Hate ragihandin ku li Hindistanê dawiya vê heftê ji ber alkolê 100 kes mirine. Rayedarên polîsan diyar kirin, li dijî alkola qaçax operasyoneke berfireh dane destpêkirin.

Li gorî çavkaniyên ragihandina xwecihî, li eyaleta Uttarakhand a Uttar Pradeş a li bakurê welêt dawiya hefteyê herî kêm 100 kes ji ber alkolê bi jehrê ketine û mirine.

Hate ragihandin ku ji roja Înê ve hejmara kesên mirine bûye 116. Her wiha hate ragihandin ku li nexweşxaneyan hê gelek nexweş hene û dibe ku hejmara miriyan zêdetir be. 

Polîsan li dijî alkola qaçax dest bi operasyonê kirin û herî kêm 3 hezar kes destgîr kirin. 

Li Hindistanê her sal bi sedan kesên xizan ji ber alkola sexte dimirin. 

Tê diyarkirin ku ev kesên alkola sexte çêdikin rêjeyeke zêde metanola bi jehr (alkola metîl) tevlî dikin. 

Li gorî komala bi navê International Spirits and Wine Association of India ya Hindistanê, li welêt her sal ji 5 mîlyar lître alkola ku salane tê vexwarin, ji sedî 40’ê wê bi qaçaxî tê çêkirin.