Li Hindistanê agir bi otelekê ket: 17 kes mirin

Li paytexta Hindistan Delî ya Nû, agir bi otelekê ket. Herî kêm 17 kes mirin.

Şewat li Hotel Arpît Palaceyê derket û agir bi qatên otelê hemûyan ket.

Li gorî tîmên alîkariya lezgîn, herî kêm 17 kes ji ber şewatê mirin, 35 kes jî hatin rizgarkirin. Li gorî medya xwecihî, jinek û zarokek dema ku ji bo rizgarkirinê xwe ji paceyê avêtin, jiyana xwe ji dest dan.

Rayedar dibêjin, di dema şewatê de nêzî 120 kes li hundirê avahiyê bûn.

Li Hindistanê, ji ber ku pîvanên ewlekariyê bi cih nayên anîn gelek caran şewat derdikeve.

Serokwezîr Narendra Modî li ser twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber bûyerê ew xemgîn e.

Meha Kanûnê li bajarê Bombay ê rojavayê welêt li otelekê şewat derketibû û 8 kes miribûn, zêdeyî 100 kes birîndar bûbûn.