Li Hîndîstanê 80 kesên din bi vîrûsa Zîkayê ketin

Hate ragihandin, li Hindîstanê ji meha borî ve 80 kesên ku bi vîrûsên Zîkayê ketine tespît bûne. Hate gotin 22 ji kesên ku vîrûs di wan geriyaye jinên ducanî ne.

Rayedaran gotin vîrûsa Zîkayê li rojavayê eyaleta Rajastxanê derketiye holê.

Li Hindîstanê ku kelmêşên bi celebê Aedes aegyptiyê yên ku vîrûsa Zîkayê lê geriyayî zêde ne, nexweşên bi vîrûsa Zîkayê cara peşî li eyaleta cîran Gujaratê Çileya 2017'an rû dabûn.

Vîrûsa Zîkayê ku 2015'an li hemû cîhanê hate dîtin, di serî de li Başûrê Amerîkayê, li 70 welatî di 1.5 milyon mirovî geriya.

Kêm jî be dema ku di jinên ducanî digere, zarokên bi mîkrosefaliyê çêdibin. Mîkrosefalî wiha tê pênasekirin ku serî û derdora serî ya bebikan li gorî standartan biçûktir in.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar kiribû ku beriya sala 2020'an ne pêkan e ku li dijî vîrûsa Zîkayê derziyek were dîtin.