Li Gurcistanê bi deh hezaran kesî xwestin hilbijartin ji nû ve bê kirin

Li Gurcistanê bi deh hezaran kes roja Yekşemê daketin qadan û xwestin ku hilbijartin ji nû ve bê kirin.

Muxalîfên ku li paytext Tîflîsê daketin qadan, dema ku xwestin dorê li avahiya komîsyona hilbijartinê bigirin bû hedefa destwerdana polîsan.

Çalakger li pêşiya parlamentê li hev civiyan. Li gorî daneyên fermî, di hilbijartinên 31'ê Cotmehê de partiya Xewna Gurcu ya mîlyarder BÎdzîna Îvanîşvîlî bi rêjeya ji sedî 48 ê dengan bi ser ket. Partiyên muxalefetê jî bi du pûanan li paş man. Partiyên muxalefetê li hev kiribûn ku dema bi ser ketin wê hikumeta koalîsyonê ava bikin.

Partiyên muxalefetê nerazîbûn nîşan dan ku di hilbijartinê de fen hatiye kirin û red kirin ku biçin parlamentê.

Li welêt fikar ji rûdana krîzeke nû ya siyasî tê kirin û ji dema pêkhatina hilbijartinê û vir ve xwepêşandanên mezin tên lidarxistin.

Ji Berpirsyarên Tevgera Yekbûyî ya Neteweyî ya Serokkomarê Berê Mîheîl Saakaşvîlî, Salome Samandaşvîlî ku partiyên muxalîf hemû li hev civand, ji AFP'ê re axivî û got, "Em dixwazin ku îdareya hilbijartinê ku baweriya bi xwe winda kiriye bê guhertin û hilbijartin ji nû ve bê kirin." Samandaşvîlî diyar kir ku di rewşeke wiha de li welêt aramî dikare dewam bike û got, "Ji bo Xewna Gurcu li desthilatdariyê bimîne wezîfeyeke demokratîk jê re nehate dayin."

Hikumet jî muxalefetê sûcdar dike ku di dema şewba Covîd-19 de xwepêşandanên girseyî dike.

Serokwezîr Gûîorgûî Gakharîa ku bi vîrûsa koronayê ketiye û hefteyeke di karantînayê de ye, diyar kir ku wê ji roja Duşemê û pê ve li gelek bajaran derketina derve ya bi şev qedexe bike.

Çavdêrên siyasî diyar dikin ku di hilbijartinê de hurmet ji azadiyên bingehîn re hatiye nîşandan, lê belê ne bêkêmasî ye.

Gurcistan ku dixwaze bibe endamê NATO û Yekîtiya Ewropayê, sala 2003'an piştî ku Mîheîl Saakaşvîlî bû desthilatdar, kete nava pêvajoyeke alîgirê rojavayî. Saakaşvîlî piştî ku serokkomarî ji dest da, sala 2013'an bi îstîsmarkirina erka xwe hate sûcdarkirin û welat terikand. Partiya Xewna Gurcu ji sala 2012'an ve li desthilatdariyê ye, lê belê piştgiriya jê re kêm dibe. Di dema vê desthilatdariyê de aborî lawaz bû û mîlyardar Bîdzîan Îvanîşvîlî bi karên nelirê tê sûcdarkirin.