Li gorî Trump Îran dixwaze hevdîtinê bike

Tevî ku rayedarên Îranî timî daxuyaniyên li dijî hevdîtina bi DYE'yê re diweşînin jî li gorî Serokê DYE'yê Donald Trump Îran dixwaze hevdîtinê bike.

Serokê DYE'yê Donald Trump li hewşa Qesra Spî axivî û got, "Dikarim bêjim ku Îran dixwaze hevdîtinê bike."

Vê daxuyaniyê kir ku spekulasyonên dibêjin, 'Wê Trump û Rûhanî di dawiya mehê de di civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li hev kom bibin' xurt bibe.

Trump di mijara rakirin an jî sistkirina pêkanînan de gotineke eşkere negot.

Trump got, "Bi dîtina min Îran xwedî potansiyeleke mezin e."

Trump got, "Hêvî dikim ku em ê karibin li hev bikin. Bi dîtina min ew jî dixwazin vê bikin."

Di mijara hevdîtineke gengaz de ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê got, "Her tişt pêkan e."