Li gorî Trûmp, Îran dibe qurbanê desteka xwe ya ji bo terorîzmê

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trûmp li ser êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li Îranê axivî û îdîa kir, ev welat dibe qurbanê piştgiriya xwe ya ji bo terorîzmê.

Çeteyên DAIŞ'ê duh êrîşî avahiya parlamenta Îranê û gora lîderê şoreşa Îslamî ya Îrnê Ayetûllah Hûmeynî kiribûn. Îranê weke berpirsyarê vê êrîşê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Erebîstana Siûdî nîşan da. Der barê vê mijarê de bersiv ji Îranê re hate dayin.

Serokê DYA Donald Trûmp diyar kir, Îranê beriya niha destek da rêxistinên terorîstî û êrîşên hatine kirin jî encama vê yekê ye. Li ser navê Trûmp daxuyaniyeke kurt a çapemeniyê hate weşandin û ji bo mirovên li Tehranê di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, gotina 'qurbanên bêguneh' hate bikaranîn.

Lê belê di daxuyaniya Trûmp de hat ragihandin, ku Îran piştgiriyê dide terorîzmê û ji ber vê destekê jî 'êrîşên terorîstî' lê tên kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, rîsk heye ku welatên bi vî rengî bibin qurbanê nebaşiyên piştgiriya wan dikin.