Li gorî Pompeo berpirsyarê êrîşa li dijî petrola Siûdî Îran e

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompe, ji êrîşa Şemiyê ya li dijî petrola Siûdî Îran berpirsyar nîşan da.

Li dijî du parzûngehên petrolê yên şîrketa petrolê ya Siûdî Aramco Şemiyê bi du droneyan êrîşek hatibû kirin. Ji ber êrîşê şewat derket û hilberîna petrolê asteng bûbû.

Milîsên Hûsî yên Yemenî berpirsyariya êrîşê dan ser milê xwe. Lê belê Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mike Pompeo îdîa kir ku ti delîl nînin ku nîşan bidin êrîş li aliyê Yemenê ve hatiye kirin.

Pompeo got, "Di rewşekê de ku ji bo kêmkirina aloziyê bang tên kirin, Îranê li dijî tedarikkirina enerjiyê ya gerstêrkê dest bi êrîşekê kir."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Abbas Mûsavî jî diyar kir, ku sûcdariyên bi vî rengî yên bêbingeh nayên fêhmkirin. Li gorî Mûsavî DYE ji bo bingehê ji êrîşeke li dijî Îranê re amade bike sûcdariyên bi vî rengî dike.

Serokê DYE'yê Donald Trump bi rêya telefonê bi prensê welîaht ê Siûdî Mûhammed Bîn Salman re axivî û êrîş şermezar kir.

Hûsiyan beriya niha berpirsyariya gelek êrîşên li dijî navendên stratejîk ên Erebistana Siûdî dabûn ser milê xwe, lê belê DYE û Erebistana Siûdî Îran ji êrîşan berpirsyar nîşan dabûn.