Li gorî Fransiyan, Macron ne serketî ye

Serokkomarê Fransayê Macron ku ji roja dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve bi gotina 'serokkomarê dewlemend' tê rexnekirin, qedir û qîmetê xwe yê li nava gel ji dest dide.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron ku baca dewlemendan kêm dike, prîmên ji aliyê karker û teqawîtan ve tê dayin zêde dike û alîkariya sosyal kêm dike, bi biryarên xwe yên hefteya dawî re tengav bûye.

Wezîrê Hawirdorê Nîcolas Hûlot hefteya bihurî ji ber aciziya xwe ya ji polîtîkayên avhewayê îstifa kiribû. Hikumeta lîberal a Macron ku ji ber vê îstifayê hejiya, biryara ku baca hatineyê ya xebatkaran yekser ji mûçeyê dibire, bixe meriyetê.

Şîrketa Odoxa-Dentsû Consûltîn ji bo France INfo û Le Fîgaro anketek amade kir. li gorî anketê, 74 ji sedî yê Fransiyan di wê baweriyê de ne ku Macron bi rengekî 'nebaş' dest bi serdema nû ya qanûndanînê kir. 32 ji sedî yê beşdaran jî gotin, 'têra xwe nebaş' dest pê kiriye.

Di nava sempatîzanên Meşa Komarê (LREM) de ku partiya Macron e, 30 ji sedî dibêjin ku Macron ne serketî ye.