Li Fransayê êrîşkar hate kuştin

Hate ragihandin ku l Trebes a li herêma Aude ya Fransayê, li marketa êrîşkarê ku mirov dîl girtibûn, hate kuştin.

Li herêma Aude ya Fransayê, sibeha Înê du êrîş hatin kirin. Destpêkê, komek ji hêzên taybet ên polîsan CRS li marketekê bû ji aliyê wesayitekê ve hate şopandin. Ji vê wesayitê gule li polîsan hate reşandin û polîsek ji milê xwe birîndar bû. Hate ragihandin polîsê birîndarbûyî metirsî li ser jiyana wî nîne.

SÊ ÊRÎŞ, SÊ MIRÎ

Piştre li bajarê Trebesê li marketeke bi navê marketa Super U êrîş hate kirin û gelek kesên di marketê de dîl hatin girtin. Çavkaniyên jendermeyan ragihand ku di bûyeran dîl girtinê de 2 kes hatibûn kuştin. Li gorî AFP’ê kesê gumanbar destpêkê wesayîtek revand. Êrîşkar destpêkê rêwiyek kuşt û piştre şofêr birîndara kir, piştre jî li marketê jî 2 kesên din kuştin. Medyaya Fransayê jî ragihand ku 2 kesên din jî birîndar bûne. Weke fermî hê ti girêdanek ya êrîşa wesayîtê, êrîşa dijî polîsan û êrîşa dîl girtinê de nehatiye diyarkirin. Lê belê di medyayê de tê raihandin ku her sê êrîş ji aliyê kesekê ve hatiey kirin.

Dozgeriyê ragihand ku êrîşkar xwe weke DAIŞ’iyekê daye naskirin. Kesekê ku şahidê bûyerê ye got ku dema êrîşkar kete nava market bi gotina ‘Allahu Ekber’ qîr kiriye.

Hêzên polîsan ku derdorê supermarketê dorpêçkirin, piştî nîvro êrîşkar kuşt û ragihand ku li marketê tuêrîşkarek din tuneye.

Rojnameya Le Figara ragihand ku êrîşkar beriya niha bi hilgirtina çekê hatibû mehkûm kirin, AFP’ê jî nivîsand ku êrîşkarê supermarketê keseke Fasli ye.

Dozgeriya antî-terorê ya Parisê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir. Serokwezîr Edouard Philippe jî got: "rewşeke cidî ye" û diyar kir ku êrîş dibe ku êrîşeke terorîstî be. Wezîrê Karên Hundir Gerard Colomb jî çû cihê bûyerê.