Li Fransayê êrîşa çekdarî
Li Trebes a li herêma Aude ya Fransayê, li supermarketekê mirov dîl hatin girtin. Di êrîşê de polîsekî hêzên taybet birîndar bû.
Li Trebes a li herêma Aude ya Fransayê, li supermarketekê mirov dîl hatin girtin. Di êrîşê de polîsekî hêzên taybet birîndar bû.
Li gorî medya Fransayê, sibeha Înê li marketa bi navê Super U mirov dîl hatin girtin. Li gorî agahiyên destpêkê, kesekî êrîşî polîsekî hêzên taybet kir ku vedigeriya baregehê û polîs ji milê xwe birîndar bû.
DOZGER: ÊRÎŞKAR ENDAMÊ DAÎŞ'Ê YE
Êrîşkar piştre reviya û saet 11:15'an kete marketa Super U. Li marketê jî gelek kes dîl girt.
Walîtiya Aude bi rêya twitterê ragihand ku ketin û derketina vê sektorê hatiye qedexekirin û ji welatiyan xwest ji hêzên ewlekariyê re bibin alîkar.
Dozgeriyê jî diyar kir ku êrîşkar xwe weke endamê DAÎŞ'ê daye naskirin.