Li Fransayê di êrîşê de herî kêm 2 kes hatin kuştin

Li bajarê Trebes ê Fransayê, êrîşkarekî ku tê gotin endamê DAÎŞ'ê ye, gelek kes binçav kir. Tê gotin ku di êrîşî de herî kêm 2 kes hatine kuştin.

Li herêma Aude ya Fransayê, sibeha Înê du êrîş hatin kirin. Destpêkê, komek ji hêzên taybet ên polîsan CRS li marketekê bû ji aliyê wesayitekê ve hate şopandin. Ji vê wesayitê gule li polîsan hate reşandin û polîsek ji milê xwe birîndar bû.

Piştre li bajarê Trebesê li marketeke bi navê Super U êrîş hate kirin û gelek kesên di marketê de dîl hatin girtin. Hê nehatiye zelalkirin bê têkiliya herdu bûyeran bi hev ve heye yan na.

Çavkaniyên jendermeyan ragihandin ku di bûyera dîlgirtinê de 2 kes hatine kuştin. Rojnameya Le Monde jî diyar kir ku herî kêm kesek hatiye kuştin.

Tê gotin, êrîşkar hê jî li marketê ye. Dozgeriyê jî ragihand, êrîşkar xwe weke endamekî DAÎŞ'ê dide naskirin.

Dozgeriya antî-terorê ya Parisê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kir. Serokwezîr Edouard Philippe jî got, "rewşeke cidî ye" û diyar kir ku êrîş dibe ku êrîşeket erorîstî be. Wezîrê Karên Hundir Gerard Colomb jî berê xwe da cihê bûyerê.