Li Fransa û Elmanyayê 3 Sûriyeyî hatin destgîrkirin

Li Elmanya û Fransayê bi operasyonekê 3 Sûriyeyî ku guman ji wan tê birin sûcê mirovahiyê kirine, hatin destgîrkirin.

Hate ragihandin bi xebata hevpar a Fransa û Elmanayê 3 kes hatin destgîrkin.

Bi vê çarçoweyê li Elmanya du kes hatin destgîrkirin. Hate ragihandin kesên ku hatine girtin navê Anwar R. û Eyad A. bi kar tînin. Hate gotin ev kesên ku temenê wan 56 û 42 ye, li Şamê piştî ku demekê li girtîgehê peywir kirine, 2012'an Sûriye terikandine.

Dozgeriya Elman bi daxuyaniyeke nivîskî got Anwar R. şefê serwîsê kiriye û li girtîgehê operasyon rê ve biriye û vî kesî êşkenceya sîstematîk û pir giran kiriye.

Hate diyarkriin Eyad A. jî di bin emrê Anwar R. de xebitiye û têkilî du kuştin û bûyerên êşkenceyê bûne.

Kesê sêyan jî li herêma Parîsê ya Fransayê 12'ê Çile hate destgîrkirin. Dozgeriya Parîsê got ev destgîrî bi çarçoweya pêş lêpirsînê ya bi çarçoweya 'êşkence', 'sûcê dijî mirovahiyê' û 'hevkariya bi sûcan re' ya Çile ya 2018'an pêk hatiye. Lêpirsîna li Fransayê bûyerên li Sûriyê yên di navbeyna Adara 2011'an û 2013'an de vedihewîne.

Ev prosedûra hiqûqî têkiliyeke rasterast bi lêpirsîneke dî re ye ku beriya niha li Fransayê vebûbû. Efserekî berê yê ji Sûriyê, Tîrmeha 2013'an dema ku ji welatê xwe reviyayî rapora têkilî 11 hezar kesî û ya bi 55 hezar wêneyî par ve kiribû. Li ser vê raporê ya ku şahidiyê ji êşkence û înfazna re dike lêpirsîn hatibû vekirin.

Li gel Fransa Elmanya jî di nav welatên Ewrpayê de xwedî wê rayeyê ne ku li dijî sûcê mirovahiyê yên li welatên din dikarin lêpirsînê vekin.