Li Fransa û Danîmarkayê Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Rocherfort ê Fransayê û li bajarê Hîllerod ê Danîmarkayê Newroz hate pîrozkirin.
Li bajarê Rocherfort ê Fransayê û li bajarê Hîllerod ê Danîmarkayê Newroz hate pîrozkirin.
Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, pîrozbahiya Newrozê didomînin. Kurdistaniyên li derdora bajarê Rocherfort ê Fransayê dijîn bi şevekê Newroz pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de Nevzat Tûnç, Rojhat Amed, Aras Agir û Çetîn Zîlan derketin ser dikê û koma Folklorê ya Zarokên Bordeaûxê jî govend gerandin.
Di pîrozbahiyê de sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ û ‘Her der Efrîn e, her der berxwedan e’ hate berzkirin.
HILLEROD
Li bajarê Hillerod ê Danîmarkayê jî resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.
Resepsiyon bi rêzgirtinê dest pê kir û têkildarî wate û girîngiya Newrozê axaftin hate kirin.
Di resepsiyonê de koroya zarokan û Ozan Fîgen derketin ser dikê.