Li Fîlîpînê erdheja dijwar

Li navenda Fîlîpînê bi asta 6.6 pileyî erd hejiya. Li gorî agahiyên destpêkê, kesekî ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî navenda jeolojiyê ya Emerîkayê, erdhej saet di 08:03'an li girava Masbatayê bi 10 kîlometreyî li kûrahiyê rû da.

Yek ji berpirsyarên bajarê Cataînganê ku nifûsa xwe 50 hezar kes e û tenê bi çend kîlometreyan dûrî navenda erdhejê ye Antonîo Clement got, "Gelekî dijwar bû. Xisar li gelek malan bû."

Polîsan ragihandin ku ji ber erdhejê kesekî jiyana xwe ji dest da. Nayê zanîn ku wekî din tiştek bi kesî hatiye yan na. Karê lêgerînê dewam dike.

Meha Kanûnê li girava Mîndano ya li başûrê Fîlîpînê bi asta 6.8 pileyî erd hejiya bû û herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi dehan kes birîndar bûbûn, xisar li avahiyan bûbû.