Li Fasê çalakiyên ji bo azadiya jinê û çapemeniyê

Li Fasê ku mafên jinan her roj tên kêmkirin, bi dirûşma "Azadî di rewşeke metirsîdar de ye, çapemenî di rewşeke metirsîdar de ye" çalakî hate lidarxistin.

Polîtîkayên hikumeta koalîsyonê yên li dijî jinan roj bi roj dijwar dibe.

Herî dawî rojnamevana jin Hajar Raîsûnî bi sûcdariya kurtaj a îllegal salek cezayê girtîgehê lê hate birîn. Li dijî vê yekê li paytext Rabatê çalakiyek hate kirin. Jinên femînîst û gelek parêzvanen mafên mirovan li ber avahiya parlamentê li hev kom bûn û zextên hikumeta Fasê û saziyên dewletê şermezar kirin.

Di çalakiyê de cezayê ku li Raîsûnî û doktor û wezîfeydarên tipê hate birîn hate şermezarkirin. Her wiha qanûnên dawî yên ku azadiya çapemeniyê asteng dikin hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de hate ragihandin ku partiyên hikumetê bi rêya qanûnan dixwazin çapemeniya azad terorîze bikin û tolê jê hilînin.