Li Ewropayê bi sed hezaran berhemên sexte hatin girtin

Hat ragihandin, li welatên Ewropayê çend hefteyan operasyon hatine kirin û di encamê de bi sed hezaran berhemên qaçax û sexte, bi sedan kîlo madeyên narkotîkê hatin zevtkirin.

Li gorî daxuyaniya Daîreya Têkoşîna li dijî Sextekariyê ya li Ewropayê (OLAF), bi yekîneyên gumrukê yên gelek welatên Asyayê re çend hefteyan li hemû bendergehên Ewropayê operasyonên mezin hatine kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, tevî 70 hezar parçeyên wesayitan ên sexte, 400 hezar berhemên din ên cuda di operasyonan de hatin bidestxistin. Hat gotin, di operasyonan de 670 kîlo kokaîn û 56 mîlyon paketên cixareyên li gumrukê nehatine qeydkirin, hatin girtin.

Li gorî daxuyaniya OLAF'ê, beşeke girîng a van berhemên sexte, gefê li tenduristî û ewlekariya mirovan dixwin.

Operasyonên li gelemperiya Ewropayê, di meha Adarê de dest pê kiribûn û li hezaran keştiyên konteynerê lêgerîn hatibû kirin.