Li Ermenistanê helîkopterekî Rûsya kete xwarê

Hate ragihandin ku li nêzî sînorê Qerebaxa Jor helîkopterekî Rûsya ketiye xwarê û 2 kes jî mirine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hate kirin, helîkoptera Mi-24 bûye hedefa sîstema parastinê ya esmanî ya ji erdê ve hate avêtin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku helîkopter li dema ku konvoya wesayîtan a leşkerên Rûs li Ermenistanê dişopand hatiye hedefkirin. Hate gotin ku helîkopter li nêzî sînor û bi Qerebaxa Jorîn re sînore hatiye hedefkirin.

Li aliyê din li gorî daxuyaniya ji aliyê Ermenistanê ve hate kirin, hate gotin ji bo kontrola Şûşa ya stratejîk a Qerebaxa Jorîn şer didome.

Azerbeycanê ragihandinbû ku Şûşa xistine destê xwe. Hêzên çekdarî ya Ermenistanê du roj in li Şûşayê bi artêşa Azerbeycanê re di nava şer de ne û windahiyên mezin gihiştiye artêşa Azerbeycanê.

Rêveberiya Êrîvanê Yekşemê daxuyanî dabû û Şûşa ya ketina destê hêzên Azerî derewandibû.