Li Erebistana Siûdî 150 prens bi vîrûsê ketin!

Li Erebistana Siûdî, tê gotin ku vîrûs bi malbata qraliyetê ketiye.

Rojnameya New York Tîmesê îdîa kir, 150 prensên Erebistana Siûdî bi vîrûsa Covîd-19 ketine.

Rojnameyê ev îdîaya xw spart çavkaniyên tenduristiyê. Di nava prensên bi vîrûsê ketine waliyê Riyadê û di heman demê de biraziyê Qral Salman Faysal Bîn Bandar Abdulazîz jî heye. Abdulazîz ku herî kêm 70 salî ye, tê gotin di servîsa awarte ya nexweşxaneyê de ye.

Karsazekî li Kendavê ku bi rêk û pêk serdana Erebistana Siûdî dike got, "Ez bi şexsî zanim ku prensesek li nexweşxaneyê ye. Her wiha zanim ku gelek prens nexweş in. Ji bo hişyarkirinê gelek telefon ji min re tên ku dibêjin şewb belav bûye."

QESRA QRALIYETÊ DI PANÎKÊ DE YE

Yek ji çavkaniyên nêzî Qesra Qraliyetê ji rojnameya Le Fîgaro re axivî û diyar kir ku zêdeyî 150 kes ji qesrê bi vîrûsê ketine. Çavkanî got, "Zêdeyî 150 prens ku hin ji wan payebilind in bi vîrûsê ketine. Derdora Qral Salman û prensê velîahtê Mûhammed Bîn Salman ketine panîkê. Ji ber vê yekê jî tevdîrên radîkal standin."