Li Elmanyayê bahoza Peyîzê bû sedema mirinan

Di encama qezayên ji ber sedama bahoza bi bandor a li eyaletên rojhilat û bakurê Elmanyayê, herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, seferên bi sedan tren û balafiran jî hatine betalkirin.

Bahoza ku bi ‘Xavîer’ hatî binavkirin ku li eyaletên Hambûrg, Schleswîng-Holsteîn, Berlîn, Nîedersachsen, Bermen û Macklenbûrg-Vorpommern bandora wê zêde, bû sedema wergerana wesayîtan û gelek qeza pêk hatin.

Bahoza ku leza wê li hinek cihan gihişte 140 km, li bakurê Elmanyayê seferên trenan ji saet 14:00’an ve hatin betalkirin. Dîsa hat ragihandin ku gelek seferên balafiran jî hatin betalkirin.

Ji ber şideta bahozê gelek darên şikestin bû sedem ku qezayên wesayîtan rû bidin. Di qezayan de herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dane.