Li Efganistanê ji bo aştiyê greva birçîbûnê hate destpêkirin

Li bajarê Leşgergah ê Efganistanê bi dehan kes ji bo aştiyê ketine greva birçîbûnê.

Greva birçîbûnê di serê hefteyê de hate destpêkirin û bi dehan kes beşdar bûne. Leşkergah paytexta eyaleta Helmanê ye û di bin kontrola tevgera Talîbanê de ye.

Ji ber ku li dijî komeke sivîl êrîş pêk hat, wekî bersiv greva birçîbûnê hate destpêkirin.  Hefteya borî di tirnûwaya pêlewaniyê de êrîş hatibû kirin, 16 kes miribûn û 50 kes jî birîndar bûbûn.

Çalakgerekî greva birçîbûnê tevlî bernameyeke televîzyoneke herêmî bû got, “Em naxwin, venaxwin û em xwe ji welatê xwe feda dikin.”

Talîban jî ji çalakgeran dixwaze bila biçin pêşiya baregeha Amerîkayê çalakiyan bikin û bila Amerîka yekîneyên xwe yên biyanî ji vê derê bikişîne.

Di çalakiyê de pankarta ‘Divê hûn aştiyê qebûl bikin’ balê dikişîne.