Li Efganistanê ji ber êrîşa li dijî dawetekê bi dehan kes mirin

Li paytexta Efganistan Kabîlê ji ber êrîşeke xwekujî ya li dijî dawetekê, tê gotin ku bi dehan kes mirine yan jî birîndar bûne.

Berdevkê Wezareta Karên Hundir Nûsrat Rahîmî diyar kir, li dijî dawetekê ku zêdeyî hezar kes tevlî bûn êrîşek hate kirin û anî ziman, gelek kesan ji ber êrîşê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî şahidan, piştî teqînên li dawetê gelek kes birîndar bûn an jî jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrîşê gelek kes li nexweşxaneyên li bajêr hatin tedawîkirin.

Hate raighandin ku êrîş li salona Dubai City a li rojavayê Kabîlê pêk hat ku piraniya şêniyên herêmê Şîa ne.

Ji destpêka salê ve li paytexta Efganistan Kabîlê di 17 êrîşan de herî kêm 113 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 700 kes jî birîndar bûn.