Li Efganistanê êrîşî mîtînga hilbijartinê hat kirin, 22 kes mirin

Li Efganistanê beriya hilbijartinên giştî yê 20 Cotmehê namzeta jin a bi navê Nazîfa Yoûsûfî Bek mîtîng li dar xist. Li dijî mîtîngê êrîşeke bombeyî pêk hat û 22 kes mirin.

Li Eyaleta Tahkar a Efganîstanê ku li sînorê Tacîkistanê ye di 20’ê Cotmehê de hilbijartin wê were kirin. Namzeta jin Nazîfa Yoûsûfî Bek beşdarî mîtînga hilbijartinê bû û li dijî mîtîngê êrîşeke bombeyî pêk hat.

Berdevkê Waliyê Tahkarê Jawad Hejrî got, li dijî kesên ku ji bo guhdarî  Bekî bikin li hev kom bûbûn 13’ê Cotmehê êrîşekî bombeyî pêk hat û endamên ewlehiyê jî di nav de 22 kes mirin, 36 kes jî birîndar bûn.

Hate ragihandin ku Bek a ku wê li herêma Tahkarê wê beşdarî hilbijartinê bibe di dema teqîna bombeyê de ne li wir bû. Heta niha tu kesan êrîş li xwe negirtine.

Li Efganistanê wê 20 Cotmehê hilbijartin pêk were, 417 jin jî di nav de 2 hezar û 565 namzet ji bo 249 kursiyên meclîsê têdikoşin.

Li rojhilatê Efganistanê jî roja 2’ê Cotmehê li dijî mîtîngeke hilbijartinê êrîşa xwekujî pêk hatibû û 14 kes mirîbûn, 42 kes jî birîndar bûbûn. Di pêvajoya kampanyaya hilbijartinê de heta niha 7 namzetên mêr di êrîşan de mirin û 2 namzet jî winda ne.