Li Efganistanê êrişên Talîbanê: Zêdeyî 30 kes mirin
Li gelek eyaletên Efganistanê, di êrişên Talîbanê de herî kêm 23 leşker û polîs û 9 sivîl mirin.
Li gelek eyaletên Efganistanê, di êrişên Talîbanê de herî kêm 23 leşker û polîs û 9 sivîl mirin.
Li gorî rayedarên eyaleta Taharê ya li bakurê welêt, Talîbanê şeva Yekşemê êriş birin ser baregeheke leşkerî.
Berdevkê polîsên eyaletê ji AFP'ê re axivî û diyar kir, di êrişê de 2 polîs û 16 leşker mirin, 3 jî birîndar bûn.
Berdevkê walîtiya eyaletê jî êriş piştrast kir û ragihand ku 19 kes mirine.
Rayedarên xwecihî diyar kirin ku li eyaleta Belh a bakur di êrişa Talîbanan de 9 sivîl mirine û 6 jî birîndar bûne.
Li gorî polîsên herêmî, Talîban ji bo pereyan ji van kesan bigirin timî ew aciz dikirin. Rayedar got, "Ji ber ku li ber xwe dan kuştin."
Li eyaleta Ûrûzganê ya li başûrê welêt, di şeva Yekşem-Duşemê de Talîbanê êriş kir û di encamê de 5 polîs mirin, 3 jî birîndar bûn.
Li gel bangên agirbestê û pêvajoya pevguhertina girtiyan jî êrişên Talîbanê yên li dijî hêzên Efgan li tevahiya welêt zêde bûn.