Li DYE'yê pêvajoya ezilkirinê geş dibe

Li DYE'yê pêngavên beramberî hev ên têkilî pêvajoya ezilkirina Donald Trûmp didomin, herdu alî hev bi ''pirnisandina şahidan' û 'deryasatiyê' sûcdar dikin.

Bi çarçoweya pêvajoya ezilkirinê ya li dijî Serokê DYE'yê Trûmp dest pê kirî, li dijî guhdarîkirina li hin dîplomatan a li kongreyê Kongreyê hişyarî da ku 'şahidan nepirnisînin'.

Trûmp tê tawanbarkirin ku derbarê Joe Bîden, serokê berê yê Partiya Demokrat, ku di hilbijartina 2020'an de wê rikberê wî yê herî xurt be, ji Ukraynayê alîkarî xwestiye. Li bara skandala ku belgeyên axaftina Trûmp ya bi Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî re, Demokratan pêvajoya ezilkirinê dane destpêkirin.

JI BER SEDEMA KU BANG LI DÎPLOMATAN HATE KIRIN POMPEO HELWESTE XWE TUND KIR

Her wiha îna bihurî biryar li ser hatibû standin ku têkilî mijarê li gelek dîplomatên berê û niha li ser kar li Kongreyê were guhdarîkirin. Di nav wan kesan de ku ji bo li wan werin guhdarîkirin Nûnerê Taybet ê Ukraynayê yê Trûmp Kurt Volker jî hebû ku îna bihurî ji bêgavî îstîfaya xwe dabû. Her wiha bang li Sefîrê berê yê Kîevê Marîe Yovanovîtc, berpirsê karê Ewropayê Alîkarê Misteşar George Kent, Sefîrê DYE'Yê yê bi asta Yekîtiya Ewropayê Gordon Sondland û yek ji şêwirmendê Wezîrê Karê Derve Mîke Pompeo Ulrîch Brecbûhl jî kiribûn ku li kongreyê li wan were guhdarîkirin.

Li dijî vê banga ku dîplomat li kongreyê werin guhdarîkirin ji eniya Trûmp îtîrazên tund tên.

Ji ber ku bang li dîplomatan tê kirin û bi kêmanî 3 caran bang li wî hate kirin ku li komîsyonê îfadeyê bide Mîke Pompeo li dijî guhdarîkirina li kongreyê ku wê îro dest pê bike nameyeke tund nivîsî. Pompeo name ji pêkhateya kongreyê Meclîsa Nûneran re şand û diyar kir bangên ku di demeke kurt de hatine kirin ne pêkan e.

Pompeo li bara banga ku divê li wî jî were guhdarîkirin dengê xwe dernexist û ji bo celbên ku ji dîplomatan re hatiye şandin got, ''bi wê armancê ne ku dîplomatên li Wezareta Karê Derve werin pirnisandin û tehdeya nebaş bi wan were kirin.''

Derketibû holê dema ku Donald Trûmp  bi Serokkomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskî re bi telefonê axivîbû jê xwestibû ku derbarê Joe Bîden de lêkolînê bike, ku  Bîden di hilbijartina 2020'an de yek ji favoriyan e. Diyar bûbû dema axaftina telefonê li gel 5 dîplomatên bang li wan hatiye kirin, Pompeo jî hazir bûye.

DEMOKRAT: DIXWAZIN ŞAHIDAN BIPIRNISÎNIN

Serokên  Komîsyonên Karê Derve, Îstîxbarat û Kontrolkirina Rêveberiyê yên Kongreyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê dengê xwe li Pompeo kirin û di daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar de gotin, ''Rêzdar Pompeo, ji bo xwe û Serok (Trûmp) biparêze, divê demildest dawî li pirnisandina wan şahidan bbîn ku wê ji Wezareta Karê Derve werin.''

Serokên Komîsyonan Elîot Engel, Adam Schîff û Elîjah Cummîngs diyar kirin Pompeo di lêpirsîna domdar de rasterast şahid e û gotin, ''Her cure hewldana bi mebesta astengkirina axaftina şahidan a li ber hilbijartiyên kongreyê deryasayî ye û  wê bibe mîna delîla mudaheleya li lêpirsîna ezilkrina Trûmp.''