Li DYE’yê bahoz rabû; bi kêmanî 11 kes mirin
Bahoza ku li eyaleta Mîssîssîppî ya dikeve başûrê DYE’yê, bû sedema mirina bi kêmanî 11 kesî. Li eyaletê rewşa lezgîn hate ragihandin.
Bahoza ku li eyaleta Mîssîssîppî ya dikeve başûrê DYE’yê, bû sedema mirina bi kêmanî 11 kesî. Li eyaletê rewşa lezgîn hate ragihandin.
Waliyê eyaleta Mîssîssppî Tate Reeves ragihand ji ber ewlehî û tenduristiya welatiyan rewşa lezgîn ragihandine.
Walî li ser Twîtterê ev daxuyanî da: “Ji bo em gel û mulkên xwe biparêzin bang li hemû derfetên destê xwe dikin ku bikevin tevgerê.”
Servîsên meterolojî ya Emrîka ku zeng gihandiye asta herî bilin, li gorî çapemeniya Emerîka jî bahozê rê li ber ziyanên pir mezin vekiriye.
Saziya rewşên lezgîn a Mîssîssppî ragihand ku bi kêmanî 11 kes mirine.