Li Derya Spî herî kêm 20 koçber winda bûn

Tê gotin, herî kêm 20 koçberên ji Fasê berê xwe dan Spanyayê li Derya Spî xeniqîne.

Li gorî agahiyên ji yekîneyên ewlekarî û rizgarkirinê yên peravê Spanyayê hatin wergirtin, keştiya ku nêzî 50 koçber tê de bûn û ji Fasê berê xwe dan Spanyayê li Derya Spî winda bû.

Hate ragihandin, keştiyeke bar a ber bi bendergeha Motril a Spanyayê ve diçû bi keştiya koçberan hesiya û 27 koçberên tê de rizgar kir. Lê belê rayedarên Spanî dibêjin herî kêm 49 koçber di keştiyê de bûn û 20 heta 22 ji wan winda ne.

Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî, ji 1'ê Çileyê û vir ve herî kêm 569 koçber li Derya Spî winda bûn. Cenazeyê kêm ji wan hate dîtin. Ji kesên winda bûn û jiyana xwe ji dest dan 173 li ser rêya Spanyayê jiyana xwe ji dest dan.