Li derdora Gola Çadê têkoşîna li dijî çeteyan bi dijwarî didome

Ji serê sala 2009’an û vir ve çeteyên Boko Haram li Efrîkayê gelek qetlîman dikin. Ji ber ku li derdora Gola Çadê welat bi hev re tevnagerin, Boko Haram qetlîamên xwe didomîne.

Gola Çadê sînorê wê bi Nîjerya, Çad, Kamerûn û Nîjerê heye. Di sala 1960’an de 25 hezar kîlometre kare bû, niha jî 2 hezar û 500 kîlometrekare ye. Li derdora golê gelek lîtav jî hene.

BÛ BAREGEHA ÇETEYÊN BOKO HARAM

Gola Çadê û derdora wê ji bo çeteyên Boko Haram bûye baregeh. Ev çeteyên Îslamîstên radîkal ji sala 2009’an û vir ve qetlîaman dikin. Ji ber ku Nîjer, Kamerûn, Çad û Nîjerya di warê leşkerî de hevkariyê nakin, ev çete sûdê ji vî tiştî jî werdigirin.

Çeteyan di 23’ê Adarê de li Çadê li dijî yekîneyên leşkerî êrîşek kiribû û 92 leşker miribûn. Tê diyarkirin ku li dora golê lîtav hene û wesayît nikarin bi lez tevbigerin.

Çeteyên Boko Haram eyaleta Borno ya Nîjeryayê ya li kêleka Gola Çadê ji xwe re kirine baregeh. Li vê derê koma bi navê Dewleta Îslamî ya Eyaleta Efrîkayê ya Rojava ya girêdayî çeteyên Boko Haram heye.

Tê diyarkirin ku welatên derdora Gola Çadê ji ber ku di warê leşkerî de hevkariyê nakin, ev çete bi hêsanî êrîşan dikin. Di salên dawîn de operasyonên hevpar tên lidarxistin lê ji ber ku welat nikarin operasyonên xwe koordîne bikin, têkoşîna li dijî çeteyan bi ser nakeve.

Boko Haram di sala 2009’n de li eyaletên bakur ên Nîjeryayê xwe bi rêxistin kiribû. Çeteyan piştî sala 2009’an dest bi êrîş û qetlîaman kir. Çeteyên Boko Haram di sala 2015’an de diyar kiribûn ku ew bîatî çeteyên DAÎŞ’ê dikin û di sala 2016’an de jî bûbûn du fraksiyon.

Tê diyarkirin ku ji ber çeteyan heta niha 50 hezar kes mirine û bi milyonan kes jî ji warên xwe bûn.