Li Cezayîrê 15 sal ceza li Saîd Bûteflîka û du hevkarên wî hate birîn

Li Cezayîrê li Saîd Bûteflîka ku birayê Serokkomarê têkçûyî Abdulazîz Bûteflîka ye û du şefên berê yên îstîxbaratê ku hevkarên wî ne 15 sal cezayê girtîgehê li her yekî ji wan hate birîn.

Li gorî çavkaniyên edlî, dadgeha leşkerî ya Blîda di doza îtiraza bersûcan de cezayê 15 salan ku li Bûteflîka û du şefên berê yên îstîxbaratê hate birîn, pejirand.

LÎDERA PARTIYA TROÇKÎST HATE BERDAN

Bersûca çaremîn jî Sekretera Giştî ya Partiya Karker a Troçkîst Loûîsa Hanûn bû. Parêzera wê Bûdcemaa Gûeşîr got, "Li Saîd Bûteflîka, general (Atman) Tartag û general (Mûhammed Lamîn) Medîn li her yekî ji wan 15 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Biryara destpêkê hate pejirandin."

Loûîsa Hanûn di Gulana 2019'an de hate girtin û cezayê 15 salan ê girtîgehê ku berê lê hate birîn, tevî neh mehên li girtîgeha girtî ma daxistin sê salan. Parêzer got, Hanûn wê ji girtîgehê derkeve.

Li her çar bersûcan di meha Îlonê de dadgeha esliye ya ser bi dadgeha leşkerî bi sûcdariya "zerar dan otorîteya artêşê" û "li dijî dewletê komplo kirin" 15 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn.