Li Brezîlyayê şensê hilbijartina Bolsonaro zêde dibe

Li Brezîlyayê wê 28'ê Cotmehê tûra duyemîn a hilbijartina serokdewletiyê bê kirin. Şensê serketinê yê namzetê rastgir û mîlîtarîst Bolsonaro zêde dibe.

Tûra destpêkê roja 7'ê Cotmehê hatibû krin û leşkerê berê yê rastgir û alîgirê dîktatoriyê Jaîr Bolsonaro 46 ji sedî yê dengan girtibû. Bi navê Partiya Karker (PT) jî Fernando Haddad tevlî hilbijartinê bû û bi rêjeya 28 ji sedî ya dengan bûbû duyemîn.

TÊ TEXMÎNKIRIN KU BI 18 PÛANÊN ZÊDETIR BI SER BIKEVE

Li Brezîlyayê ku welatê herî mezin ê Latîn Amerîkayê ye û nifûsa xwe 206 milyon e, tê payin ku Bolsonoaro yê rastgir ê ku dîktatoriya leşkerî ya salên 1964-1985'an diparêze were hilbijartin. Bolsonaro ji niha ve pêşî li cihêbûna civakê vekiriye. Tê texmînkirin ku Bolsonaro bi pûanekî zêde li hemberî Haddad bi ser bikeve.

Li gorî anketa saziya bi navê Ibope, Bolsonaro wê 59 ji sedî yê dengan bigire û bi 18 pûanan ji Haddad bêhtir bi ser bikeve.

Li gorî anketê, rêjeya kesên ku dibêjin 'ez qet dengê xwe nadim namzetê PT'ê Haddad' 47 ji sedî ye. Yên ku dibêjin ew dengê xwe nade Bolsonaro 35 ji sedî ye.

Beriya tûra yekemîn a hilbijartinê, rêjeya kesên ku digot, 'ez dengê xwe qet nadim Bolsonaro' 43 ji sedî bû, yên digotin wê deng nedin Haddad jî 36 ji sedî bû.