Li Bangladeşê protesto: 151 kes mirin û 532 kes jî hatin binçavkirin

Li paytexta Bangladeşê Dakkayê di encama xwepêşandanên demên dawî yên li dijî kotayên wergirtina kar herî kêm 151 kes mirin û 532 kes jî hatin binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya ku roja Duşemê ji aliyê polîsan ve hatiye dayîn, hat diyarkirin ku herî kêm 532 kes ku serokên muxalîfan jî di nav de ne hatine binçavkirin. Hat ragihandin ku di nava van de serokên Partiya Neteweyî ya Bangladeşê (BNP) a mûxalefeta bingehîn jî hene.

Di xwepêşandanên li dijî ferzkirina kotayê de, ku rê li ber hêrsa xwendekaran vekir, heta niha herî kêm 151 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hikûmet li dijî xwepêşanderan, bi awayekî dijwar mudaxele dike, qedexeyên derketina derve radigihîne û ragihandinê dibirîne.

Tevî ku Bangladeş yek ji aboriyên herî bi lez ên li cîhanê mezin dibe ye jî, ev mezinbûn ji bo mezûnên zanîngehê veneguheriye derfetên têrker ên kar.

Li gorî texmînan, bi qasî 1,8 mîlyon ciwanên Bangladeşî li kar digerin û mezûnên zanîngehan jî li gorî hempîşeyên xwe yên kêm perwerde dîtî, bi rêjeya bêkariyê re rû bi rû ne.