Li Arjantinê greva giştî bandoreke xerab li jiyanê kir

Li Arjantînê tevlîbûneke zêde ji bo  greva giştî çêbû ya sendîkayan a ji bo protestokirina politîkayên hikumeta Macrî û serlêdana ji bo ÎMF’ê hate kirin. Di heman demê de greva giştî bandoreke xerab li rewşa jiyanê jî kir.

Li Arjantînê roja Sêşemê (îro) hemû wesayîtên veguhestina giştî û hewayê dest bi grevê kirin. Arjantiniyên ku wesayît û veguhestin peyda nekirin gelek ji wan neçûn kar.

Li nexweşxaneyan xizmetekî di astekî kêm de hate kirin, deriyên saziyên îdarî û bankeyan hate girtin. Li bajarên mezin rojekî aram hebû. Balafirgeh jî vale man û hemû çûyin û hatina hewayî hate betalkirin.

Roja Duşemê jî li dijî politîkayên hikûmeta Maûrîcîo Macrî yê rastgir çalakiyek mezin hatibû lidarxistin.

Roja Sêşemê jî li Buenos Aîresê amadekariya tu çalakiyan nebû lê sendikayan û partiyên siyasî yên çepgir ketina bajar girt. Greva giştî di dema Serokwezîr Maûrîcîo Macrî ji bo beşdarî Desteya Giştî ya NY û hevdîtina bi patronê ÎMF’ê Chrîstîn Lagarde li New Yorkê bû hate kirin.

Li Arjantinê jî krîzekî giran a aboriyê heye. Li welatê şêniya wê 41 mîlyone hêza kiryarî ket. Di sala 2018’an de enflasyon derket sedî 40, bêkarî zêde bû û pereyê peso ji serê salê ve sedî 50 nirx winda kir.