Li Afrîkaya Başûr ev du meh in bi sedan madenkar di binê erdê de ne
Hat diyarkirin ku li herêma Stilfonteinê ya Başûrê Afrîkayê li madeneka zêrî ya ku hatiye terikandin, bi sedan madenkarên qaçax ev du hem in di bin erdê de ne.
Hat diyarkirin ku li herêma Stilfonteinê ya Başûrê Afrîkayê li madeneka zêrî ya ku hatiye terikandin, bi sedan madenkarên qaçax ev du hem in di bin erdê de ne.
Li gor reydarên herêmê û tîmên xilaskirinê heta niha 26 madenkar hatine xilaskirin û herî kêm cenazeyê 9 madenkaran hatiye derxistin.
Hejmara madenkarên di bin erdê de mane bi temamî nayê zanîn û tê texmînkirin ku dibe bi sedan kes di bin erdê de mabin. Hin çavkanî îdîa dikin ku hejmara miriyan ji 100’î derbas bûye. Tê diyarkirin ku madenkar ji ber bêavî û birçîbûnê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dijîn.
Xebatên xilaskirinê li qada madenê ya li başûrrojavayê Johannesburgê dewam dikin. Rayedaran di çarçoveya operasyona xilaskirinê de qefeseke mezin a xilaskirinê şandin binê erdê. Lê hîn jî hejmara kesên di bin erdê de mane nediyar e.
Polîsan di meha Mijdarê de operasyonek li dijî madenê pêk anîbûn û hem xebata li madenê qedexe kiribûn hem jî ji 1000’î zêdetir kesên ku beşdarî xebatên madenkariya derhiqûqî bibûn, bibçav kiribûn. Tê îdîakirin ku hin madenkar bi metirsiya ku dê werin girtin naxwazin ji madenê derkevin.
Madenkarên ku di bin erdê de mane, bi piranî ji welatên din hatine û wekî “zama zamas (bi zimanê Zulu “yên ku diceribînin”) tên zanîn. Madenkarên hatine xilaskirin dan zanîn ku ji ber ku di bin erdî de bê av û bê nan mane pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dijîn.