Li Îranê 'berxwedana 14'an' berbelav dibe

Li Îranê, 12'ê Hezîranê 14 nivîskar, hunermend û akademîsyenan bi nameyeke hevpar li dijî lîderê dînî Hemaney û rejîmê berxwedana pasîf dane destpêkirin. Berxwedan berbelav dibe.

Problemên giran ên aborî û civakî ku rejîma Îranê li navxwe û derveyî xwe dijî, bû sedema ku berxwedan bikevin halekî nû.

12'ê Hezîranê 14 nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen yên ku li deverên cuda dijîn, bang li lîderê dînî yê Îranê Ayetullah Elî Hemaney kirin da ku xwe ji ser kar bide alî û xwestibûn ku destûreke nû were danîn, saziyên berdest ên rejîmê werin hilweşandin û saziyên gel werin avakirin.

Piştî nameyê bi deh rojan daxuyaniyeke dî ya kurt hate belavkirin. Kesên ku îmza xwe li nameyên xistibûn gotin ti saziyeke rejîmê ya ku were nûjenkirin nîn e, divê bi temamî ji holê werin rakirin û saziyên gelparêz werin avakirin. Ên ku îmzeya xwe li nameyê dan, gotin ti meşrûiyeta Hemaney nîne û xwestin ku Hemaney xwe ji ser kar bide alî.

Piştî helkefta rewşenbîran vê carê 6'ê Tebaxê 14 jinên aktivîs bi nameyekê xwe tevlî nav berxwedanê kirin.  Aktivîstên jin xwestin ku Hemanet bi bayê bezê xwe ji ser kar bide alî û saziyên dewletê werin hilweşandin. Di nameyê de her wiha hate gotin rejîma Îranê bûye rejîmeke ku dijminatiyê li jinan dike.

Tebaxê vê carê 14 kesên ku li Îran, Iraq, Başûrê Kurdistanê û Ewropa dijîn nameyek hevpar weşandin. Di nav van 14 kesan de doktor, nivîskar, nûçegihan, rewşenbîr hene û bi rengekî hişkere destek dane berxwedanê.

Li pey hev ji ber sedema ku her carê 14 kes bi nameya hevpar tevlî berxwedanê bûn, hijmara 14'an bû sembola berxwedanê.