Li Çînê faleketên lêhiyê: 100 hezar kes hatin veguhestin

Li başûrê rojhilatê Çînê ji ber felaketên mezin ên lêhiyê, nêzî 100 hezar kes hatin veguhestin.

Di dîmenan de tê dîtin ku li Çînê lêhiyê lingên peykerê Bûda yê di bilindahiya 71 metreyî ku li Leshan a parêzgeha Sîchûanê di nava avê de ma ye.

Bendên ku li derdora peykerê di nava mîrasa UNESCO yê de, hem weke cihê tûrîstî hem jî olî hatin dîtin jî, xwe li ber bilindbûna avê negirt.

Di heman demê de li Sîchûanê derbasbûna rezerva xwezayî ya li girava Jîuzhaîgu yê jî hate girtin.

Di dimenên li medyaya civakî hatî parvekirin de, tê dîtin ku gelek gund di nava avê de mane.

Bajarê Leshan jî ji aliyê leşkeran ve hate valakirin. Li gorî ajansa nû ya nûçeyan a Çînê li bajar nêzî hezar kesan bê av û bêxwarin mane

Bi giştî li Leshan û bajarên cîran ên Ya’yê nêzî 100 hezar kes hatin veguhestin.