Li Çekyayê li fabrikaya kîmyayê teqîn: 6 kes mirin
Li Çekyayê li fabrikaya kîmyayê teqîn çêbû, 6 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.
Li Çekyayê li fabrikaya kîmyayê teqîn çêbû, 6 kes mirin û gelek kes birîndar bûn.
Teqîn li febrîkaya Synthosê ya aidî komeke Polonî, 30 kîlometreyî dûrî paytext Pragê, li Kralupy-nad- Vltavouyê çêbû. Ev fabrika di hilberîna sentetik û lastîka polyesterê de bi pisporî dihate zanîn.
Li gorî jêderên polîsan û îtfaiyê 6 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Nexweşxaneya Prag-Vinohradyê ji bo gelek birîndaran xwe hazir kir.
2015’an jî li heman fabrîkayê teqîn çêbûbû û du kes birîndar bûbûn.
Derbarê teqînê lêpirsîn hate destpêkirin. Hê nayê zanîn bê ka teqîn ji ber çi û çawa çêbûye.