Lêçûnên parastinê yên NATO’yê zêdetir dibe

Li gorî daneyên beriya Civîna Wezîrên Parastinê yên NATO’yê ya ku wê sibê bicive, zêdebûna lêçûnên leşkerî yên welatên endam didome.

Yek ji meseleya ku Serokê DYA’yê her tim qal dikir, ev bû ku lêçûnên parastinê bila ji sedî 2’yê dahata neteweyî zêdetir be. Li gorî daneyên Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg diyar kiriye, tenê 5 welat li gorî vî tiştî tevgeriyane û zêdebûna lêçûnên leşkerî jî didome.

Stoltenberg diyar kir ku lêçûnên leşkerî yên endamên NATO’yê wê îsal 12 milyar dolar û ji sedî 4,3 zêde bibe û bal kişand ser vê yekê ku ji sala 2014’an û vir ve lêçûnên leşkerî didome.

Stoltenberg diyar kir ku ji sala 2014’an û vir ve lêçûnên leşkerî yên welatên Ewropayê û Kanadayê yên derveyî yên standard gihiştiye 46 milyar dolaran.

Serokê DYA’yê Donal Trûmp dixwest ku lêçûnên parastinê yên hemû welatan heta sala 2024’an bi kêmanî bibe ji sedî 2’yê dahata neteweyî.

Ji xeynî DYA û Brîtanyaya Mezin, Yûnanistan, Polonya û Estonya lêçûnên wan ên leşkerî ji sedî 2’yê dahata neteweyî zêdetir e.

Li Elmanyayê ev rêje ji sedî 1,2, li Fransayê jî ev rêje ji sedî 1,8 e.