Krîza Lîbyayê: Ji muzakereyên Cenevreyê tu peyman derneket
Derbarê krîza li Lîbyayê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê muzakere hatibûn kirin. Di van muzakereyan de aliyan li ser agirbestê li hev nekirin.
Derbarê krîza li Lîbyayê bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî li Cenevreyê muzakere hatibûn kirin. Di van muzakereyan de aliyan li ser agirbestê li hev nekirin.
Mîsyona Lîbyayê ya Neteweyên Yekbûyî (MANÛL) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku rûniştina pêşîn a muzakereyan ku di 3’ê Sibatê de hatibû destpêkirin, piştî nîvro qediyaye.
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Lîbyayê Ghassan Salame berê jî daxuyaniyek dabû û diyar kir ku li ser hin xalan hê lihevkirin pêk nehatiye.
Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Trablûsê ya ku Enqere piştgiriyê dide wan 5 nûnerên leşkerî yên payebilind şandibû civînê. Hêzên Xelîfe Hafter jî evqasî nûnerên leşkerî şandibû.
Di van civînan de li ser agirbestê peyman derneket. NY daxuyanî da û diyar kir ku wê di 18’ê Sibatê de rûniştineke din a muzakereyan were destpêkirin.
Meha borî li Berlînê li ser Lîbyayê konferansek hatibû lidarxistin û hatibû diyarkirin ku divê hêzên ji derve di warê leşkerî de mudaxeleyan nekin û li gorî ambargoya çekan tevbigerin. Lê Tirkiyeyê ev ambargo bin pê kir, çek, cebilxane û hêzên paramîlîter şand Lîbyayê.