Krîza ekonomîk dikare gelek welatên Ereban hilweşîne!
Ji ber pandemiya Covîd-19’ê û li welatên Kendavê bihayê petrolê ket, gelek koçberên Ereb ên hejar hatin dersînorkirin. Van tiştan bandoreke giran li ser aboriyê kir.
Ji ber pandemiya Covîd-19’ê û li welatên Kendavê bihayê petrolê ket, gelek koçberên Ereb ên hejar hatin dersînorkirin. Van tiştan bandoreke giran li ser aboriyê kir.
Rojnameya Haaretz a Îsraîlê cih da xisarên ekonomîk ên ji ber pandemiyê. Li gorî rojnameyê krîza ekonomîk dikare rê li ber hilweşandina gelek welatan veke.
Rêxistina Tûrîzmê ya Ereban diyar dike ku heke tu guherîn pêk neyê di dawiya meha Nîsanê de di sektora tûrîzmê de wê 40 milyar dolar winda bibe. Ji xeynî vê şîrketên rêya hewayî ya Ereban jî 14 milyon dolaran dibe ku bixesirin.
Li welatên wekî Misir û Urdunê tûrîzm dibe hêmaneke stratejîk a ekonomiyê û di hatina nav welat de jî xwedî pareke mezin e. Tê diyarkirin ku heta salek an jî du salan ev sektor dikare xwe rast bike.
Rojname diyar dike ku li aliyekî hikumet hene ku dixwazin ekonomiya xwe rizgar bikin û li aliyên din jî li hemberî bêhêzbûna hikumetan hemwelatî ji xwe re li rêyên alternatîf digerin.