Krîz wê bandoreke giran li xwendekaran û karkerên demkî bike

Krîza aboriyê ku bi vîrûsa korona re wê bi rawestandina aktîvîteyên li gelek sektoran dest pê bike, herî zêde wê bandorê li xwendekarên zanîngehê, mirovên hatineya xwe kêm e û karkerên rojane dixebitin bike.

Ji ber şewba Covîd-19, ji bilî sektorên tenduristî û xurekê, kargeh hemû girtî ne. Lewma ev krîz wê bandoreke giran li milyonan mirovên ku hatineya wan kêm e û xwendekaran bike.

Dîrektora Giştî ya Secoûrs Catholîqûe Véronique Fayet ku saziyeke alîkariyê ya ser bi Dêra Katolîk a li Fransayê ye, ji hikumetê polîtîkayeke krîzê xwest ku ji bo her kesî be. Fayet diyar kir, tenê li Fransayê bi milyonan mirovên hatineya xwe kêm e, xwendekarên zanîngehê yan jî kesê li buroyên karkerên taşeron dixebitin nikarin biçin kar û bi bîr xist ku yekane çavkaniya hatineya van kesan jî ev e. Ji ber krîzê alîkariya bêkariyê tenê ji bo karkerên ku bi rengekî fermî serlêdan kirine tê dayin.

Li gorî Véronique Fayet gelek karkerên li şîrketên taşeron dixebitin an jî bi rengekî qaçax dixebitin ji ber vîrûsê neçar mane ku li malê bimînin û ev yek jî wan dixe nava rewşeke tengav a aboriyê.

Fayet bal kişand ser budçeya ji sedan milyar euroyî ya ku hikumetan ji bo şîrketan, bankayan û kesên bi rengekî demkî bêkar mane veqetandiye û xwest, xwendekar û kesên ku rewşa wan a aboriyê nebaş e bên dîtin. Fayet got, "Gelek mirov ji ber vê krîzê di rewşeke xizan de ne; ev mirov ew mirov in ku berê me zêde nedidîtin. Mînak; xwendekarên zanîngehê yên ku ji bo karibin jiyaneke asayî bijîn û hatineykê li bûrsên xwe zêde bikin li karên biçûk dixebitîn. Yan jî karkerên xwedî peymanên demkî ne, xwedî peymanên taşeron in, yan jî karkerên ku karê xwe ranegihandine. Van mirovan beriya niha bi rê û rêbazekê debara xwe dikirin, lê belê niha ji nişka ve ketine rewşeke xizaniyê."

Banga ku rêvebera Secours Catholique kir, bi milyonan xebatkarî eleqedar dike. Li Fransayê ji wergirtina kar a her salê tenê yek ji çaran bi peymana bêdem a kar in. Yên mayî jî bi peymanên demkî yên ji bo sal û nîvekê tên xebitandin. Her wiha bi sed hezaran xwendekarên zanîngehê ji bo xwendina xwe temam bikin li restoran, bar, yan jî kafeyan dixebitin.