Koreya Bakur dîsa fuze ceriband

Hate ragihandin ku ji peravên Koreya Bakur ber bi behrê ve fuze hatiye avêtin.

Nûnerên artêşa Koreya Başûr û Japonyayê diyar kirin ku Koreya Bakur vê Çarşemê ber bi behrê ve fuze avêtiye.

Artêşa Koreya Başûr avêtina fuzeyan piştrast kir lê zêde agahî neda. Li gorî texmînan ev fuzeyeke balîstîk a menzîlnêz e.

Hikumeta Japonyayê diyar kir ku fuzeyek li Herêma Ekonomîk a Munhasir a Japonyayê ketiye.

Piştî ragihandina civîna di navbera Koreya Bakur û DYE’yê de ya ku ew ê vê Şemiyê were lidarxistin, ev fuze hatin avêtin. Wezareta Karê Derve ya DYE’yê jî piştrast kir ku wê hevdîtinek pêk were.