Konseya Ewlekariyê ya NY ji bo Lîbyayê agirbesta mayînde xwest

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo şerê serê Nîsanê li Lîbyayê dest pê kiribû, cara pêşîn biryara ‘agirbesta mayînde’ da.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo şerê serê Nîsanê li Lîbyayê dest pê kiribû, cara pêşîn biryara ‘agirbesta mayînde’ da.

Pêşnûmaya biryarê ji aliyê Kralîyeta Yekgirtî hate dayîn, ji nav 15 welatên Konseya Ewlekariyê 14 welatan dengê erê dan, Rûsya bêalî ma.

Vê pêşnûmaya biryarê sê hefte ne, bi kûrahî dihate nîqaşkirin. Hêzên navneteweyî di 19’ê Çileyê de li Berlînê konferansek li dar xistibûn. Di konferansê de biryara ‘yekîtî’ hatibû dayîn lê dîsa jî nêziktêdayînên krîzê ji hev cihê ne.

NÎQAŞA LEŞKERÊN BI PERE

Di konferansa Berlînê ji welatan hatibû xwestin ku bila li gorî ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî tevbigerin. Lê Tirkiye di serî de hemû welatên tevlî nav vê alozîyê bûbûn, çek û cebilxane şandin Lîbyayê.

Di biryara Konseya Ewlekariyê de fikara li hemberî leşkerên bi pere yên li Lîbyayê jî hate diyarkirin. Ji ber van gotinan hefteya borî ev muzakere ji aliyê Rûsyayê ve hatibû blokekirin. Rûsyayê xwest ji dêvila ‘leşkerên bi pere’ bila ‘terorîstên biyan’ were gotin.

Bi mehan e Rûsya tê sûcdarkirin ku leşkerên bi pere ji hêzên Xelîfe Hafter re dişîne.