Koma nêzî Îranê gef li DYE’yê xwar

Koma nêzî Îranê Haşdî Şabî ji bo ku komên biyan ên li Iraqê derkevin pêşnûmaya zagonê pêşkêşî parlementoyê kir. Beriya ku pêşnûma were qebûlkirin, gef li DYE’yê xwarin.

Hefteya borî parlementerê koalîsyona Bîna Mansûr Bûaycî diyar kiribû ji bo ku hêzên biyan ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê derkevin wan zagonek amade kirine.

Beriya ku ev zagon pêşkêşî parlementoyê were kirin, Berpirsê Asaîb Ehlîlhak Koma Haşdî Şabî Kays el-Xezelî diyar kir ku heke DYE bi biryara parlementoyê dernekevin ew ê bi darê zorê wan derxînin.

Kays El-Xezelî ji Assocîated Pressê re axivî û got ku, “Li gorî min ew ê li parlementoyê ji bo derketina hêzên DYE’yê biryarek were dayîn. Heke ew li gorî parlemento û îradeya gelê Iraqê tevnegerin em ê bi darê zorê wan derxînin. Tu wateya vî tiştî tuneye ku bi hezaran leşkerên DYE’yê piştî têkçûna DAÎŞ’ê li Iraqê bimînin.”

Kays El Xezelî diyar kir ku ew ê ji ber mayîna musteşarên leşkerî yên DYE’yê yên hindik jî ew ê dengê xwe nekin.

Di sala 2014’an de di navbera Washîngton û Bexdayê de peymanek hatibû îmzekirin û li gorî vê peymanê li Iraqê nêzî 5 hezar leşkerên DYE hene.