KCDK-E Başûr ji bo çalakiyên li dijî dagirkeriyê bang kir

KCDK-E Başûr li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bang li Kurdistaniyên li Ewropayê kir, ku tevlî çalakiyên îro yên li ber Sefaretxane û Konsolosxaneyên Tirkiye û Iraqê bibin.

Komîsyona Başûr a Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî bi daxuyaniyekê bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk.

Komîsyona Başûr a KCDK-E'yê bi bîr xist ku dewleta Tirk afaşîst êrişên xwe yên qirker, dagirker û komkujiyan ên li ser sivîlên li Herêma Kurdistanê didomîne û destnîşan kir ku bi êrişên qirêj û hovane planên metirsîdar ji bo tunekirina Kurdan dimeşîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku heta niha ji aliyê hikumeta federal a Iraqê helwesteke cidî nehatiye nîşandan û hate gotin, "Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên qirêj û komkujiyên dewleta Tirk bêdeng mane. Li pêşberî êrişên li ser gelên herêma Kurdistanê bêhelwest in. Gelo binpêkirina sînor, têkbirina xak û qada ezmanî serweriya dewleteke cuda ye?"

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelê Kurd ê li Kurdistanê û derveyî welat hate kirin ku bi meş û çalakiyan li ber dagirkeriyê û bêdengiya hikumeta Iraq^eû civaka navnteweyî rabin.

Di daxuyaniyê de ji bo çalakiyên li pêşiya Sefaretxane û Konsolosxaneyên dewletên Tirk û Iraqê banga tevlîbûnê hate kirin û hate gotin, "Dem dema şikandina bêdengiyê ye."

Komîsyona KCDK-E Başûr destnîşan kir ku heta azadiyê ew ê tu carî teslîm nebin û faşîzm nikaribe îradeya wan bişikîne.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Di 10'ê Tîrmehê de wê bi giranî li welatên Ewropayê li pêşiya Sefaretxaneyên Tirk û Iraqê xwepêşandan bên lidarxistin" û banga tevlîbûnê hate kirin.